Mizgefta Zirganê ji aliyê artêsa Tirkî ve hat topbarankirin: Kustî hene

31 December 2021 11:02 0 dîtin
Mizgefta Zirganê ji aliyê artêsa Tirkî ve hat topbarankirin: Kustî hene

PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê, Zirgan û gundewarên wê topbaran kirin û di encamê de yek jê zarok 3 kesan can dan û 5 kes birîndar bûn. Mizgeftek bû armanca êrîşên Tirkiyê û komên çekdar.

Li gor çavkaniyên xwecihî, artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê, do navçeyên Zirgan û Til Temir ên Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin û di encamê de l 3 sivîlan can dan û 5 sivîl jî birîndar bûn.

Herwiha do êvarî, komên çekdar ên opozisyona Sûriyê û Artêşa Tirkiyê, mizgefta navçeya Zirganê li herêma Serê Kaniyê, li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê bi tundî topbaran kirin û di encama topbarana li navçeyên Zirganê û Til Temir de, hemwelatiyên bi navê Cumane Nehat, Cewahir Mûsa Nehat û zarokê bi navê Elam Elî Îsa yê 2 salî can dan û 5 sivîlên din jî birîndar bûn.