Artêsa Tirk û komên çekdar dîsa dest bi hêrisa Zirganê kirin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên girêdayî wê, herêma navbera bajarê Serê Kaniyê û bajarokê Zirganê yê li bakur-rojhilatê parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê topbaran kirine.
Jêderên ji herêmê dan zanîn ku gundên Enîq El Hewa û Xirbetê Şiîrê yên Zirganê ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ve hatine topbarankirin.
Jêderan ragihand ku di encama topbaranê de rêya Til Bêderê hatiye girtin û êdî çûnûhatina wê herêmê nemaye.
Nivîskarê Kurd Amir Faris ji Rûdawê re ragihand ku ji êvara roja şemiyê ve, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê, li baregeha Qesrikê rahênanên leşkerî yên hevbeş dikirin.
Amir Faris got: "Piştî 7 mehan ji rawestandina hêrişan, artêşa Tirk û komên çekdar ên girêdayî wê, careke din li navçeya Serê Kaniyê, Til Temir û Zirganê dest bi topbaranê kirin û HSDê jî ji aliyê xwe ve bi topên hewanê bersiva hêrişên wan da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin