Artêsa Tirkiyê û komên çekdar Kobanî, Eyn Îsa û Til Temir topbaran kirin

04 October 2022 10:39 0 dîtin
Artêsa Tirkiyê û komên çekdar Kobanî, Eyn Îsa û Til Temir topbaran kirin

PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê û komên çekdar, gundên Kobanî, Eyn Îsa û Til Temir topbaran kirin û di encamê de hejmarek kes birîndar bûne.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova eşkere kir, Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wê ve gundên Kobanî, Eyn Îsa, Til Temirê riya navdewetî M4 dan ber topan.

Rewangehê herwiha diyar kir, di encama van êrîşan de 4 welatiyên sivîl û 2 endamên Hêza Erka Xweparastinê li gundewarê Til birîndar bûne.

Di berdewamiyê de destnîşan kir, ji ber giraniya topbarana li ser gundên Til Temirê, hejmarek mezin ji gundiyan malên xwe bi cih hîştin û ber bi cihên aramtir koçber bûn.

Rewangeha Mafên Mirova da zanîn, HSDê otomobîleke leşker ya artêşa Tirkiyê li gundewarê Girê Sipî kiriye armanc û di encamê de kuştî û birîndar hene, lê aliyê Tirkiyê ve hene, heta niha ti zanyarî derbarê vê êrîşê de belav nekirine.