Eyn Îsa | Artêsa Tirkiyê û komên çekdar êrîs kirin: 2 sivîlan can dan

22 January 2022 15:59 0 dîtin
Eyn Îsa | Artêsa Tirkiyê û komên çekdar êrîs kirin: 2 sivîlan can dan

PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên giradayî wê, êrîşî Eyn Îsayê kirin û di encamê de, 2 sivîlan can dan. 

Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, ji serê sibehê ve êrîş birin ser gundên Mişêrfê, Cehbel û Mielek ên Eyn Îsa, Kampa Eyn Îsa û rêya M4ê. Hêzên HSDê, di cih de bersiva êrîşan dan û êrîş hatin şikandin. 

Di şer de gelek endamên komên çekdar hatin kuştin, 2 meytên wan ketin destê hêzen HSDê.

Herwiha hat diyarkirin, di bombebaranê de 2 welatiyên sivîl ên ji gundê Cehbeyê can dane. Hat eşkerekirin, li herêmê şer berdewam dike.