Artêsa Tirkî û komên çekdar ên ser bi wê ve 3 kes birîndar kirin
PeyamaKurd – Li gundewarên Eyn Îsayê, di encama topbarana artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi ve, 3 kes birîndar bûn.
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova diyar kir, artêşa Tirkiyê û komên çekdar, gundê Ebû Nîtole yê li gundewarê Eyn Îsayê jî dan ber topan û di encamê de 3 kesên sivîl birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyê hatin veguhastin.
Hat eşkerekirin ku topbarana li ser gundê Ebû Nîtole, hîn jî berdewam e.
Di berdewamiyê de Rewangehê destnîşan kir, artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê, gundê Hemra yê ser bi Minbicê ve topbaran kir û ziyanên madî gihîşt malên gundiyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin