Di navbera HSD û komên çekdar de serekî dijwar rû da: Kustî û birîndar hene

22 July 2024 18:07 0 dîtin
Di navbera HSD û komên çekdar de serekî dijwar rû da: Kustî û birîndar hene

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku komên çekdarên Tirkiye piştevaniya wan dike êrîş birin ser gundên Minbicê yên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de û şerekî dijwar di navbera wan de rû da.

Encûmena Leşkeriyê ya Minbicê  ya girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)ê ragihand, komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê hewl dane gundên Cerad, Ewn Dadat û Toxara Mezin kontrol bikin, lê rastî bersiva şervanan hatine.

Hate diyarkirin, di encama pevçûnan de gelek çekdar hatine kuştin û birîndarkirin, lê hejmara wan nehat eşkere kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, doh jî komên çekdar û Artêşa Tirkiyê bi topên hawinan hejmarek gundên herêma Efrîn û Şehbayê topbaran kiribûn û zirarên madî çêbibûn.