Gundên ser bi Minbic, Bab û Girê Spî ji aliyê artêsa Tirkî ve hat topbarankirin

29 December 2021 14:31 0 dîtin
Gundên ser bi Minbic, Bab û Girê Spî ji aliyê artêsa Tirkî ve hat topbarankirin

PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, çend gundên ser bi Minbic, Bab û Girê Spî ve topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên xwecîhî belav kirine, şeva borî artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê, çend gundên Minbic û Babê bi hawanan topbaran kirine û Tirkiyê ji bingehên xwe yê Şêx Nasir, Şiwêhe û Zerzûr li rojhilatê Babê, gundên Irêmê, Yalnî û Fewaris topbaran kirine.

Di heman demê de, Tirkiyê ji bingehên xwe yên Yaşlî û Kerbiclî, bi dehan top avêtine gundên Mihsinlî, Ereb Hesen, Eseleiyê, Camûsiyê, Seyade li bakurê rojavayê Minbic.

Li gor zanyariyan, Tirkiyê her şeva borî gundê Biloniye û Şêx Îsa li Şehbayê, herwiha gundê Zenûbiya li gundewarê Girê Spî bi hawanan topbaran kiriye.