Artêsa Rûsyayê êrîsên tund dibe ser devera Harkivê ya Ûkraynayê
PeyamaKurd – Serokê Ûkraynayê Zelenskiy ragihand ku artêşa Rûsyayê êrîşên nûh ji bo ser devera Harkivê daye destpêkirin. Artêşa Ûkraynayê jî bi tundî bi topan bersiva artêşa Rûsyayê dide.
Zelenskiy, ragihandina xwe li Kîevê di wexta seredana serokkomara Slovakyayê Zuzana Caputova de kir û her dû bi hevre derketin ber çapemeniyê. Zelenskiy got:
“Em bi topan bersiva artêşa Rûsyayê didin. Niha şerekî dijwar heye û dewam dike. Fermandarên Ûkraynayê amadene ku bersiva êrîşan bidin.”
Wezareta bergiriyê ya Ûkraynayê jî di ser hesabê xwe yê medya civakî de got ku Ûkrayna êrîşên ser xwe dehf kiriye û ji bo hêzên xwe li deverê xwurt bike, yekîneyan şandiye deverê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin