Muslim: Ne artêsa Rûsyayê û ne jî serkirdeyên Rûsî êrîsên li ser sivîlan sermezar nekirin
PeyamaKurd – Hevserokê PYDê Salih Muslim, ji ber Rûsyayê êrîşên Tirkiyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê şermezar nekir, ew rexne kir.
Salih Muslim di hevpeyvîna xwe ya do Înê di beşa Erebî ya “Russia Today” de, rexne li rayedarên Rûsyayê kir û got: “Dema Tel Rifet hat bombebarankirin hêzên Rûsyayê ne li wir bûn? Erê. Ma wan nedît ku çi bû? Rûsan ew neparastin” û anî ziman tevî ku Amerîkî ne li wir bûn jî ew êrîş şermezar kirin.
Herwiha Hevserokê PYDê Muslim diyar kir: “Qet nebe Amerîkiyan ji bo bombebaranê xemgîniya xwe anîn ziman û şermezar dikin. Lê Rûsan daxuyanî jî nedan. Ne artêşa Rûsyayê û ne jî serkirdeyên Rûsî êrîşên li ser sivîlan şermezar nekirine, tevî ku ew li ber çavên wan hatine kirin.”
Salih Muslim di berdewamiyê de welatên rojava tawanbar kir dema di 18ê Tebaxê de dronan êrîşî navendeke ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve ji bo perwerdeya keçan hatiye fînansekirin li Qamişlo şermezar kir lê behsa Tirkiyê nekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin