Baregeha artêsa Tirkiyê ya Basikayê rastî êrîseke mosekî hat
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 26ê Hezîranê, bargeha artêşa Tirkiyê ya li nav sînorên navçeya Başika ya Mûsilê rastî êrîşeke moşekî hat.
Li gorî zanyariyan, îro Yekşemê bargeha Zelkan a nêzî qezaya Şêxan a navçeya Başika bi du moşekan hate armanc kirin.
Hat diyarkirin ku herdu moşek nêzîkî baregeha leşkerî ketine xwarê, lê ti ziyaneke li pey xwe çênekirine.
Hêjayî bibîrxistinê ye, tenê di vê mehê de cara çaremîne li heman deverê êrîşî baregeha hêzên Tirkiyê tê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin