Bargeha Basîka ya artêsa Tirkiyê rastî êrîseke mosekî hat
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Înê bi çar moşekan binkeya leşkerî ya artêşa Tirkiyê ya li sînroê bajarokê Başîkê hat armanckirin.
Cîgirê Parêzgarê Neynewayê Rifet Simo ji medya Kurdistanê re daye xuyakirin, “4 moşek ber bi binkeya leşkerî ya Tirkiyê ya li Zêlkan a ser bi nehiyeya Başîkê ve hatine teqandin, lê hêzên Tirkiyê du ji moşek xistine xwarê û yên din jî negihîştine armancên xwe.”
Li gorî zanyariyan, ew moşek ji navçeya Wadî Ugab a li aliyê rastê bajarê Mûsilê hatine avêtin ku moşekek li derdora gundê Cubran ketiye xwarê û yeke din li derdora gundê Baybox ku gundekî Kurdên Şebek e, ketiye xwarê.
Herwiha 2 moşekên din jî ji aliyê hêzên Tirkiyê ve bêyî bigihîn armanca xwe hatine xistin.
Li gorî zanyariyên xwecihî di êrîşa îro de ti zirarên canî çênebûne.
Hêjayî bibîrxistinê ye, artêşa Tirkiyê ji sala 2015an li Başîkê bicih bûye ku ew der dikeve Deşta Neynewayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin