Li bajarê Rûsya yê hevsînorê Ukrayna teqîneke mezin çêbû

03 July 2022 21:28 0 dîtin
Li bajarê Rûsya yê hevsînorê Ukrayna teqîneke mezin çêbû

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 3yê Tîrmehê danê êvarê li bajarê Belgorod ê Rûsyayê ku hevsînorê Ukraynayê ye teqîneke mezin çêbû.

Li gorî ragihandina hin çavkaniyan, Ukraynayê bajarê Belgorodê bi fuzeyan kiriye armanc.

Parêzgarê deverê Vyaçeslav Gladkov ragihandiye ku herî kêm 3 kesan di teqînê de can daye, 4 kes birîndar bûne û di encama teqînê de 50 avahiyan ziyan dîtiye.

Herwiha parêzgar Gladkov got ku piştî teqînê sîstemên berevaniya asmanî hatine çalak kirin.

Gladkov bi teqînê aliyê Ukraynayê tawanbar kir, lê ji aliyê Ukrayna ve ti daxuyaniyek hîn nehatiye dayîn.