YE: Rûsyayê êrîsî ofîsa me ya li bajarê Marîupolê ya Ukraynayê kir

30 March 2022 13:00 0 dîtin
YE: Rûsyayê êrîsî ofîsa me ya li bajarê Marîupolê ya Ukraynayê kir

PeyamaKurd Yekîtiya Ewropayê (YE) bi daxuyaniyekê diyar kir, hêzên Rûsyayê êrîşî ofîsa wan a li bajarê Marîupolê ya Ukraynayê kirin.

Beşa Pêwendiyên Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê di daxuyaniya xwe de eşkere kir, van dawiyan avahiya mîsyona YEyê ya li Marîupolê bûye armanca êrişên hêzên Rûsyayê.

Yekîtiya Ewropayê destnîşan kir, ziyaneke mezin gihîşt avahî û kelûpelên wan, lê tiştek bi endamên mîsyonê nehat.

Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Em van êrîşan û êrîşên dijî sivîl û binesaziya sivîl şermezar dikin. Em ji Rûsyayê dixwazin ku di çarçoveya biryarên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û fermana Dîwana Edaletê ya Navneteweyî de hêzên xwe û techîzatê xwe yê leşkerî niha ji tevahiya Ukraynayê derxe.”