Zelenskiy: Rûsyayê dîsa êrîsî bajarê Zaporizhia kir!

11 August 2023 11:27 0 dîtin
Zelenskiy: Rûsyayê dîsa êrîsî bajarê Zaporizhia kir!

PeyamaKurd – Rêberê Ukraynayê Zelenskiy diyar kir, di êrîşa nû ya Rûsyayê ya li ser bajarê Zaporizya de kesek hatiye kuştin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir ku bajarê Zaporozya her roj rastî êrîşa Rûsyayê tê.

Zelenskiy bal kişand ku îro Pêncşemê 10ê Tebaxê Rûsya jî li dijî Zaporizyayê êrîşek pêk tîne û wiha got:

"Di encama êrîşê de agir bi avahiyeke sivîlan ket. Kesekî jiyana xwe ji dest da. Serê me sax be. Birîndar jî hene. Xebatkarên xizmetê yên pêwendîdar li cihê bûyerê xebatên pêwîst didomînin û mirovan rizgar dikin. Her yek ji leşkerên me ê ku dagirker îmha kirin jî edalet û tolhildana Ukraynayê nêzîktir dike. Wê Ukrayna li ber lingên wan bimîne. Terorîzma Rûsyayê bêguman wê winda bike."

Wezîrê Karên Hundir ê Ukraynayê Îgor Klîmenko jî ragihand, di êrîşê de jinek mir û 9 kes jî birîndar bûne ku yek jê giran e.