Rûsyayê carek din li çend bajarên Ukraynayê agirbesta demkî ragihand

08 March 2022 11:30 0 dîtin
Rûsyayê carek din li çend bajarên Ukraynayê agirbesta demkî ragihand

PeyamaKurd Şaneya Wezareta Berevaniya Rûsya ya Karûbarên Mirovî li Ukrayna bi daxuyaniyekê diyar kir, Rûsyayê li çend bajarên Ukraynayê agirbest ragihand.

Li gor Şaneya Wezareta Berevaniya Rûsya ya Karûbarên Mirovî li Ukrayna da zanîn, Rûsyayê agirbest ragihand û îro (08/03/2022) bi dema Moskow ji saet 07.00ê sibehê ve destpê kir.

Di berdewamiyê de eşkere kir, heta niha desthilata Ukraynayê garantiya karê korîdorên mirovî nekiriye û amaje bi wê yekê dike, rewş li gelek bajarên Ukraynayê bilez têk diçe û gihîştiye asta karesata mirovî.

Medyaya Rûsyayê jî diyar kir, armanca rawestandina şer veguhastina sivîlan e li bajarên Kyiv, Xarkêv, Somî, Tşernîgov û Maryopolê.

Herwiha Moskowê destnîşan kir, ew ê desthilata Ukrayna bi rêyên nû yên veguhastina sivîlan agahdar bikin.