Serokê Ukraynayê: Rûsya plan dike ku bajarê Odessayê topbaran bike

07 March 2022 12:05 0 dîtin
Serokê Ukraynayê: Rûsya plan dike ku bajarê Odessayê topbaran bike

PeyamaKurd Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky bi daxuyaniyekê diyar kir, Rûsya plan dike ku bajarê Odessayê topbaran bike.

Zelensky do di daxuyaniya xwe ya li ser televizyonê da zanîn, eger ev êrîş pêk bê, “ew ê bibe tawaneke şer … tawaneke dîrokî.”

Herwiha Serokê Ukraynayê, beşek ji daxuyaniya xwe bi zimanê Rûsî xwend û bang li welatiyên Rûsî kir ku di navbera jiyan û koletiyê de yekê hilbijêrin “li vê dema ku hîn jî pêkan e bedkarî bêyî wendakirinên ku venagerin were têk birin.”