Li navenda Efrînê teqînek çêbû

04 August 2021 17:47 0 dîtin
Li navenda Efrînê teqînek çêbû

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li navenda bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdar ve hatiye dagirkirin, teqînekê rû da.

 Li gorî agahiyên çavkaniyên ji herêmê, li navenda bajarê Efrînê li nêzî dibistana Mehmûdiyê mayînek teqiyaye.

Hîn derbarê ziyanên teqînên de agahiyên zelal nehatine wergirtin ku nehat zanîn bê birîndar û kuştî hene yan na.