Li Parîsê talûka teqîna Navenda Medyayê ragihand

27 July 2024 20:37 0 dîtin
Li Parîsê talûka teqîna Navenda Medyayê ragihand

PeyamaKurd – Polîsê Parîsê bi sedema talûka teqîna navenda medyayê ku rojnamevan ji wê derê Leystikên Olimpiyadê yên 24an ya Parîsê dişopînin, vala kir.

Navenda medyayê ku di Navenda Kongra Parîsê de hatibû danîn, li ber navendê, xeta parastina polîsan hat danîn, çûna nav avahiyê û derketina jê hat qedexekirin.

Rojnamevan û hemwelatî ji deverê hatin dûrxistin lê sedema dûrxistinê nehat gotin.

Piştî demekî polîs ji bo peyayan deverê serbest kir û her tişt bû normal.