Polîsan li Îngilistanê bi ser Navenda Civaka Kurd de girt: Gelek kes hatin binçavkirin
PeyamaKurd – Polîsên Îngilistanê avêt ser Navenda Civaka Kurd a li Haringeyê ku bi nêzîkbûna xwe ya ligel PKKyê tê naskirin.
Hate ragihandin ku polîsan hemwext bi ser malên hin kurdan de jî girtiyw û lêgerîn pêk aniye.
Li gorî agahiyên ji çapemeniya nêzî PKKyê, tê gitin ku Hevserokê Meclisa Gelê Kurd a Îngilistanê (KHM) Turkan Budak, xebatkarên Meclisê Ercan Akbal, siyasetmedar Alî Poyraz û Nûnerê Karên Derve yê Meclîsa Gel Agît Karataş hatine binçavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin