Diyarbekir | Polîsan bi ser Komelaya Wêjekarên Kurd de girt

19 January 2025 15:56 0 dîtin
Diyarbekir | Polîsan bi ser Komelaya Wêjekarên Kurd de girt

PeyamaKurd – Polîsên Tirkiyeyê, doh êvarê, li navçeya navendî Pêyasa Diyarbekirê bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girt û dest danî ser gelek materyalên bi kurdî. 

Komeleya Wêjekarên Kurd li ser hesabê xwe yê Xê di vê barê de weha ragihand: “Polîsan bi şev avêtine ser komeleya me. Bêyî sedem û hincet wekî haramiyan avêtine ser komeleyê û belawela kirine. Em vê êrişê şermezar dikin.”