Mihemed Hacî Mehmûd: Rê bidin di em biçin Xaneqînê û nehêlin siyaseta Erebkirinê birêve biçe
PeyamaKurd – Serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd, bi peyamekê daxwaz kir, rê ji hêzên wan re bê dayîn ku di çend saetan de biçin Xaneqînê û nehêlin siyaseta Erebkirinê li wî bajarî birêve biçe.
Mihemed Hacî Mehmûd peyamek ji Wezareta Pêşmerge re şand û di peyamê de xwe wekî Pêşmergeyê kevin pênase kir û got: “Hikûmeta Iraqê li gel di rewşekî xerab de ye û bê serûber e û şîrazeya dewletê tê de nemaye, salek e hilbijartinên Parlamentoya Iraqê hatine kirin, lê heta niha nekariye hikûmetê ava bike. Lê li gel vê rewşa xwe ya xerab jî hîn jî Kurdan jibîr nake, wezîrê neft û dadgeya wan a zelûl her roj bi cureyekê êrîş û pirsgirêkan ji bo Herêma Kurdistanê çêdikin.”
Di berdewamiyê de da zanîn: “Li navçeyên Kurdî yên ji Kurdistanê hatine qutkirin, Kurdan li ser mal û mulkên bavûbapîrên xwe derdixin, li gel wê jî hîn mirî û goristanên Kurdan ên li wan navçeyan, ji zindiyên netewên din gelek zêdetir in.”
Herwiha Mihemed Hacî Mehmûd qala lawaziya artêşa Iraqê kir û wekî belge jî diyar kir, di şerê navbera çend welatekî Erebî û Îsraîlê û herwiha di şerê navbera Iraq û Îranê de û şerê navbera Iraq û Kuwêtê de ku hersê şer jî di sedsala borî de pêkhatin, bi hezaran leşkerên Iraqê dîl û êxsîr hatin girtin. “Naha xwe li ser xelkê bê çek ê Kurd diceribînin. Niha ew pehlevan hatine bajarê Xaneqînê û gefê li Kurdan dixwin û siyaseta Erebkirinê birêve dibin.”
Herî dawî Serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê eşkere kir: “Eger hikûmet ji neçarî bi hin tişta ve girêdayî bimîne û nikare hêz bi kar bîne, wa em daxwaz dikin rê ji hêzên Serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê re bidin û di çend saetan de em ê bigîhin bajarê Xaneqînê. Bajarê xebat û şehîd û berxwedaniyê ye û eger rê jî nadin wê biyanî postalên xwe yên reş li Xaneqîn a ezîz bicîh bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin