Mihemed Hacî Mehmûd: Yekane çareseriya rewsa Iraqê konfederalî ye
PeyamaKurd – Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd di hevpeyvînekê de diyar kir û got, encamdana hilbijartinên pêşwext û guherîna sîstema siyasî, tu kêşeyeke Iraqê naguherîne û yekane çareseriya rewşa Iraqê konfederalî ye.
Li gor Mihemed Hacî Mehmûd daye zanîn: “Sîstema îro ya Iraqê, sîstema parlamenteriyê be an her sîstemeke din be, eger hilbijartinê pêş bixin an paş bixin, ev ti car rewşa Iraqê çareser nakin.”
Herwiha Mehmûd eşkere kiriye: “Iraq nabe ew Iraqa yekbûyî ya ku ew li bendê ne, ji ber ku Iraq ji sala 1921ê ve û piştî peymana Sykes-Picot û Şerê Cîhanî yê Yekem, li ser sê wîlayetên Mûsil, Bexda û Besra ve bi hev ve hatiye girêdan.”
Herî dawî Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê gotiye, li Iraqê nekarîne bi hev re kar bikin û li hev nekirine, niha jî divê şêwaz û sîstemeke din were dîtin, ew jî sîstema konfederalî ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin