Mihemed Hacî Mehmûd: Ne dadgeh, dadgeh e û ne jî biryara wê dê were cîbicîkirin
PeyamaKurd – Sekreterê Partiya Sosyalîst a Demokart a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd, bersiva daxuyaniyên Wezîrê Petrolê yê Iraqê yên derbarê sektora neft û gaza Herêma Kurdistanê da û got, wê Kurd venegerin xala sifir.
Daxuyaniya Sekreterê Partiya Sosyalîst a Demokart a Kurdistanê, piştî ku Wezîrê Petrolê yê Iraqê Îhsan Ebdulcebar roja Yekşemê, têkçûna danûstandinên ligel şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên derbarê birêvebirina dosyeya petrolê ragihandibû hat. Ebdulcebar diyar kiribû, wezareta wî, wê biryara Dadgeha Bilind a Federalî ya derbarê birêvebirina dosyeya enerjiyê li Iraqê, wek heye cibicî bike.
Hacî Mehmûd di derbarê mijarê de li ser Facebookê da zanîn, ev cure wezîr ji aliyê “aliyekî din ve” tê birêvebirin û ew jê re dibêje ka bike û çi bibêje.
Di berdewamiyê de got, daxuyaniyên bi vî rengî yên li ser Herêma Kurdistanê, rejîmên berê tîne bîra wî û ev wezîr bi zimanekî tund gefan li Kurdistanê dixwe.
Herwiha Mihemed Hacî Mehmûd eşkere kir: “Bexda dixwaze dîsa xwe li ser hesabê Kurdan biceribîne, tevî ku Iraq û serweta wê di bin rihmet û moşekên dezgehên istixbaratê yên welatan de ye.
Hacî Mehmûd destnîşan kir: “Ne dadgeh, dadgeh e û ne jî biryara wê dê were cîbicîkirin, ji ber ku Kurd venagere asta xala sifirê û divê Kurd gavên zêdetir ji bo garantîkirina mafên xwe bavêjin.”
Mihemed Hacî Mehmûd diyar kir, divê Kurd li ser petrol û gaza Herêmê berdewam bin, divê venekişin û divê bi tundî bersiva her kes û partiyekê bidin, ji ber destûra Iraqê maf dide Kurdan. Herwiha daxwaz ji serokatiya Herêma Kurdistanê, Hikûmet û Parlamentoya Kurdistanê kir ku di vê mijarê de helwesteke zelal nîşan bidin.
Mighemed Hacî Mehmûd da zanîn, divê Kurd di warê petrol û gaza Herêmê de pêş de biçin û xwe venekişin û bi tundî bersiva hemû hewldanên têkbirina wê bidin.
Herî dawî got, tu aliyek nikare dest ji mafên gelê Kurdistanê berde û her gavek di vî warî de xiyanetek li dîroka Kurd û statuya siyasî ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin