Dadgeha Îranê cardin Nêrgîz Mihemedî ya Xelatgira Nobela Astiyê ceza kir

15 January 2024 19:57 0 dîtin
Dadgeha Îranê cardin Nêrgîz Mihemedî ya Xelatgira Nobela Astiyê ceza kir

PeyamaKurd – Bizavkar Nergîz Mihemed ku li Îranê girtiye û Xelata Nobela Aştiyê ya 2023yan wergirtibû, ji aliyê dadgeha Îranê ve careke din hate cezakirin.

Dadgeha Inqîlabê ya Îslamî ya Îranê bi hinceta çalakiyên dijî Komara Îslamî, cezayê salek û sê mehan ê girtîgehê da Nêrgiz Mihemedî.

Nasên Nêrgiz Mihemedî li ser medya civakî parve kirine cezayê nû yê Nêrgiz Mihemedî ji bilî 15 mehên zindanîkirinê, du salan ji Tehranê û parêzgehên nêzî Tehranê dê bê dûrxistin û du salan jî mafê wê yê derketina derveyî welat tune be.

Li gorî cezayê nû wê Mihemedî nikaribe tevlî kom û torên civakî û siyasî bibe û telefona destan jî bi kar neyîne.

Dadgehê cezayê Nêrgiz Mihemedî bêyî agahdarkirina wê û parêzeran li ser szepandiye ku cara sêyemîn e bi tometa çalakiyên nav girtîgehê jî tê cezakirin.

Cezayên Mihemedî gihîştine 12 sal û sê mehên girtîgehê, lêdana 154 qamçiyan, qedexeya derketina derve ya du salan û veqetandina wê ji pêwendiyên civakî û siyasî. Nergîz Mihemedî herwiha piştevaniya çalakiyên Jîna Emînî jî dikir.