Sandeke Iraqê ji bo mijarên erebkirin û valakirina gundên Kurdan serdana Mexmûrê dike

22 May 2022 14:03 0 dîtin
Sandeke Iraqê ji bo mijarên erebkirin û valakirina gundên Kurdan serdana Mexmûrê dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 22yê Gulanê şandeke Iraqê ya ji çend endamên parlementoya Iraqê pêk tê, serdana devera Mexmûrê dike.

Qeymeqamê bajaroka Mexmûrê Rizgar Mihemed ragihandiye ku şanda parlementoyê îro Yekşemê ligel rayedarên parêzgeha Neynewayê serdana Mexmûrê dike û bi berpirsên Mexmûrê re dicive.

Hat diyarkirin ku wê di serdanê de, pirsgirêkên devera Mexmûrê yên weke erebkirina gundên Mexmûrê û valakirina gundên Kurdan û dabînkirina avê û pêkanîna projeyên stratejîk li deverê werin gotûbêj kirin.

Herwiha Qeymeqamê Mexmûrê daye zanîn ku zeviyên Mexmûrê yên ji sala 1996an ve bi girêbestan dane ereban û niha jî ew ereb giliyên xwe li dadgehê dikin daku wan zeviyên Kurdan ji wan bistînin.

Hêjayî gotinê ye, ji ber hebûna DAIŞê, nebûna ewlehiyê û pirsgirêka erebkirinê hîn jî piraniya xelkê deverê venegeriyane ser mal û milkê xwe.