Serokwezîr bi Balyozê Brîtanya yê Iraqê re mijarên gring gotûbêj kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya yê Iraqê Stephen Hitchen kir.
Di daxuyaniya fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hate diyarkirin ku di civîna Mesrûr Barzanî û Stephen Hitchen a ku Balyozê Giştî yê Brîtanya yê Herêma Kurdistanê James Goldman jî beşdar bûye de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe yên di derbarê hewlên çareserkirina pirsgirêkên nav Hewlêr û Bexdayê de bi hev re parve kirine û di vê çarçoveyê de serdana hefteya borî ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya Bexdayê û civînên wî yên bi berpirsên payebilind ên hikûmeta Iraqê û aliyên siyasî re, ji bo çareserkirina pirsgirêkan û bi taybetî jî pirsgirêkên di derbarê mafên darayî yên Herêma Kurdistanê wek pêngaveke gring nirxandine.
Di civînê de her du alî li ser pirojeya Rêya Geşedanê ya ku Eworapa, Tirkiye, Iraq û heta welatên kendavê bi rêya hesinî digihîjîne hev rawestiyan û tekeziya ku ev rê di Herêma Kurdistanê re derbaz bibe destnîşan kirin.
Di civînê de her wiha mijara hilbijartinên Parlamena Kurdistanê jî hate rojevê û aliyan, li ser pêdiviya pêkanîna hilbijartinên Parlamena Kurdistanê ya di demeke guncav de hevramaniya xwe destnîşan kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin