Sandeke Iraqê ya bi besdariya Rêber Ehmed çû Tehranê
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku bi seroktiya Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Iraqê Qasim Erecî şandeke bilind a leşkerî ya Iraqê serdana Îranê kir.
Li gorî daxuyaniya Nivîsgeha Qasim Erecî, şanda ku ber bi Tehranê bi rê ketiye bi biryara Serokwezîr Mihmed Şiya Sûdanê wê serdanê dike û di şandê jî Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed jî cî digire.
Hatiye ragihandin ku mebesta serdanê, gotûbêjkirina mijara peymanên ewlehiyê yên navbera Iraq û Îranê ye ku beriya niha Îranê daxwaz kiribû ji bo dûrxistina ji sînoran a partiyên Rojhilatê Kurdistanê, hemû bendên rêkeftinê bicih werînin.
Qasim Erecî 18ê Îlonê jî serdana Hewlêrê kiribû û ligel Rêber Ehmed û nûnera taybet a Neteweyên Yekbûyî Jeanine Hennis-Plasschaert li ser heman mijarê hevdîtin kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin