Rêber Ehmed li ser êrîsa Hewlêrê zanyarî dan Parlamentoya Iraqê: ‘Ti behaneyek ji bo vê êrîsê nîne’

17 March 2022 18:42 0 dîtin
Rêber Ehmed li ser êrîsa Hewlêrê zanyarî dan Parlamentoya Iraqê: ‘Ti behaneyek ji bo vê êrîsê nîne’

PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe ya Herêma Kurdistanê û namzedê PDKê yê serokomarê Iraqê Rêber Ehmed îro Pêncşemê beşdarî rûniştina Encûmena Nûneran a Iraqê bû û derbarê êrîşa moşekî ya Îranê bi ser Hewlêrê de zanyarî dan.

Cîgirê Yekem ê Serokê Encûmena Nûneran Hakim Zamilî piştî civînê di konferanseke rojnamevanî de got, ti bihaneyek ji êrîşa li ser Hewlêrê re nîne û diyar kir: “Pêşwazîkirina li Rêber Ehmed, destpêşxeriyeke baş bû. Welatekî me yê hevbeş heye û her êrîşek li ser Hewlêrê, êrîşa li ser tevahiya Iraqê ye.”

Zamilî got: “Em wek komîta lêkolînan di rastiyan de, em pêşwaziyê li berpirsên ewlehî, dezgehên hewalgirî, Birîkarê Wezîrê Derve yê Iraqê û Balyozê Îranê li Iraqê dikin. Em wek komîte  di karê xwe de berdewam dibin ji bo derxistina rastiyên sedem û encamên êrîşa li ser Hewlêrê.” 

Cîgirê Yekem ê Serokê Encûmena Nûneran da zanîn, dema rêkar temam bibin, ew ê encaman li Encûmena Nûneran belav bikin û piştre jî ji Hikûmeta Iraqê re bişînin û got: “Iraq ne welatekî lawaz e û em rûbirûyî DAIŞê bûn, rast e hin nakokî hene, lê ev nayê wê wateyê ku Iraq lawaz e.”

Wezîrê Navxwe ya Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed jî got ku ew cihê êrîş lê hatiye kirin, mala veberênerekî Kurd ê Iraqî ye û ew kesayetekî li ser astê Iraq û herêmê naskirî ye û wek ji komîta lêkolîna di rastiyan de eşkere bûye, ew mal cihê rûniştina wê malbatê ye û ti guman li ser nîne.

Rêber Ehemd diyar kir: “Di rûniştina Encûmena Nûneran a Iraqê de me daxwaz kir ku bi beşdariya Iraq û welatên Erebî û cîhanî û herwiha bi beşdariya Îranê lêkolîneke berfireh were vekirin.” 

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê da zanîn: “Êrîşa li ser Hewlêrê, destdirêjiya li sînorê Iraqê û binpêkirina rêkeftin û peymanên welatên cîran ye.”