Rêber Ehmed li Hewlêrê bi sanda Îranê re civiya
PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, îro Yekşemê 20ê tebaxê li Hewlêrê pêşwazî li şandeke Îranê û parêzgarê Urmiyê kir.
Hate ragihandin ku di civînê de gotûbêj li ser hatina ziyaretkarên ji Îranê û hêsankariyên bi rêya deriyê sînor ê Hacî Omeranê hate kirin ku dê beşdarî merasîmên Erbaîn ên Kerbelayê bibin.
Rêveberê Turîzmê yê Hewlêrê Dilêr Mihemed beriya vê hevdîtinê ragihandibû ku nêzîkî 500 hezar geştiyarên Îranê ji ser deriyê Hacî Omeranê dê bên Hewlêrê û piştre serdana cihên olî yên li Iraqê bikin û piştre jî bi heman mekanîzmayê dê vegerin sînorê Hewlêrê û derbasî Îranê bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin