Rêber Ehmed: Divê bilez hikûmeta nû ya Iraqê were avakirin
PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê û namzedê Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman, ji bo posta Serokomarê Iraqê Rêber Ehmed li ser twitterê diyar kir, divê bilez hikûmeta nû ya Iraqê were avakirin.
Li gor Rêber Ehmed da zanîn, hilbijartinên pêşwext, encamên daxwazên rewa û qurbaniyên mezin ên ji bo Iraqeke baştir bû.
Rêber Ehmed eşkere kir: “Ji ber wê, pêwîst e hemû alî rêzê li encamên wê bigire û lezê bide avakirina hikûmeteke ku daxwazên kolanên Iraqê pêk bîne”.
Ehmed piştî wergirtina baweriya Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman ji bo postê Serokomarê Iraqê ragihand: “Wergirtina vê baweriyê, ji min re cihê şanaziyê ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin