Rêber Ehmed: Hikûmeta Kurdistanê ji bo avakirina Singalê amade ye
PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand, takerêya asayîkirina rewşa Şingalê û vegerandina koçberan bicihanîna rêkeftina Şingalê ye. Ehmed herwiha destnîşan kir ku Hikûmeta Kurdistanê ji bo avadankirina Şingalê amade ye û divê Iraq jî di çarçoveya rêkeftina Şingalê de gav bavêje.
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di civîneke rojnamevanî de li Duhokê got, cibicîkirina rêkeftina Şingalê take rê ye ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, ew çekdarên niha li Şingalê ne bi awayekî ne yasayî li wir in û divê jê derkevin, ji ber ku take astengî li pêş cibicîkirina rêkeftinê ye.”
Rêber Ehmed got: “Em hêvîdarin di demeke nêzîk de rêkeftina Şingalê were bicihkirin û ew koçber bi serbilindî vegerin ser cih û warê xwe.”
Ehmed diyar kir, “Xala girîng ew e, Şingal bê avadankirin, li gor rêkeftinê, pêwîst e Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê tîmeke hevbeş pêk bînin û bi hevkariyên welatan, tevahiya xizmetan ji xelkê Şingalê re bêne dabînkirin û xelk vegere. Berî her tiştî jî divê ewlehî û aramî vegere Şingalê.”
Wezîrê Navxwe destnîşan kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye ji bo avadankirina Şingalê, pêwîst e Iraq jî amadehiya xwe ji bo pêkanîna tîmeke hevbeş bi Hikûmeta Herêmê re nîşan bide.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin