Rêber Ehmed: Sev û roj hewil tê dayîn ku Covid 19 derbasî Kurdistanê nebe
PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê Rêber Ehmed li ser belavbûna nexweşiya Koronayê ragihand, rewş li Herêma Kurdistanê normal e û kî vê yekê bike firsend bo girankirina tiştan, dê bi tundî were cezakirin.
Hikûmeta Kurdistanê îro danê sibê û bi amadebûna wezîrê tenduristiyê Dr. Saman Berzencî, wezîrê navxwe Rêber Ehmed, berdevkê hikûmetê Adil Cotyar, parêzgarên parêzgehên Herêma Kurdistanê, nûnerên dergehên sînorî û firokexaneyên Kurdistanê li ser çawaniya girtina tevdîrên pêwîst li hember belavbûna virusa Koronayê (Covid-19) civiya. Piştî civînê, wezîrê navxwe Rêber Ehmed, wezîrê tenduristiyê Dr. Saman Berzencî li ser naveroka civînê agahî dan.
Wezîrê navxwe Rêber Ehmed da zanîn ku hikûmeta Kurdistanê bi hemû dezgeh û wezaretên xwe ve şev û roj di xem û xizmeta welatiyan de ye û bo ku nexweşiya Koronayê derbasî Kurdistanê nebe, çi ji dest tê, dike û dê bike.
Rêber Ehmed anî ziman ku dezgeha tenduristiya cîhanî (WHO) berdewam bi wan re di nav pêwendiyê de ye û ragihand, WHO rojane bi me re di nav pêwendiyê de ye û şîret û alîkariyên pêwîst tên kirin.
Wezîrê navxwe li ser tedbîrên ku li hember derbasbûna nexweşiya Koronayê ji Îranê jî got, tevahiya deriyên sînorî yên ne fermî tên girtin, tenê dergehên Hacî Omeran, Başmax û Perwîzxan vekirî ne. Bila welatiyên Başûrî yên ku li Îranê û dixwazin vegerin, bi wan dergehan re vegerin.
Rêber Ehmed da zanîn, ew kesên ku ji Îranê vedigerin di bin çavdêriyê de tên hîştin û got, em dizanin hinek welatî ji vê yekê nîgeran dibin, ji ber wê jî em lêborînê dixwazim. Lê divê ew bizanin ku em vê yekê bo tenduristiya wan dikin.
Wezîrê navxwe yê Kurdistanê ev jî got ku tekane çavkaniya fermî ya ku amar û agahiyên pêwîst li ser nexweşiya Koronayê bide raya giştî, wezareta tenduristiyê ye û ji derveyî wê wezaretê, çi amar û agahiyek belav bibe, rast nîne û bila ti kes guh nedê.
Rêber Ehmed bang li her kesî bi taybet bang li medyayê kir, tiştan zêde mezin nekin û mîna xwe ragihînin û got, emê jî her tiştî mîna xwe ji raya giştî re bêjin. Wezîrê navxwe hişyarî jî da wan kesên ku nexweşiya Koronayê bikin firsend û tiştan giran bikin û got, yên ku wisa bikin dê bi tundî bên cezakirin.
Wî wezîrê hikûmetê da xuyakirin ku gelek welatiyên Îranî li Kurdistanê hene û got, yên ku bixwazin vegerin welatê xwe emê wan bi hurmet bişînin. Niyeta me nîne pêşiya geştyarên Îranî bigirin. Eger bixwazin vegerin emê hêsankariyê ji wan re bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin