Rêber Ehmed : Divê jin bi azadî û bê tirs ji hemû tundiyan dûr bijîn
PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Herema Kurdistanê Rêber Ehmed di merasîma roja dawî ya kammpanya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de balê kişand ku êdî helwesteke zelal a civakî li hember tundiyên li ser jinan heye û dê ew têkoşîn bê navber berdewam bike.
Rêber Ehmed di gortara xwe de ragihand ku “Niha hewldanên her kesî ji bo nehîştina tundiya li ser jin û keçan, ji her demê wêrektir e, 16 rojên borî bîranînek bi bandor û girîng bû ku berpirsyariya me hemûyan e gavên rasteqîne bavêjin, ji bo jîngeheke aştiyane ku jin bi azadî, bê tirs û dûrî hemû cureyên tundiyê bijîn.”
Dîsa da zanîn ku di rojên kampanyayê de hatiyedîtin ku bandor û karvedana tundiyê li ser bingeha regez, temen, netewe, ol, rewşa civakî, rewşa aborî, ti sînoran nas nake û sînorên erdnîgarî jî derbas dike û bûye xewneke giran ya rojane ya bi milyonan jinan li ser asta cîhanê. Kampanyaya li dijî tundiyê li ser jinê, ronahî xiste ser girîngiya lihevhatin û hevgirtina hemûyan ji bo têkoşîna li dijî tundiyê û ev rastî îspat kir ku hişmendiya civakî gav bi gav bilind dibe û bi pêş ve diçe.
Di berdewamiya axaftina xwe de, Rêber Ehmed got: “Tevî ku kampanyaya 16 rojan a li dijî tundiya li hember jinê bi dawî dibe, lê têkoşîna me ya li dijî tundiyê dewam dike û bi dawî nabe. Di şûna wê de, em ê bigihin qonaxa xwe ya daîmî ya rakirin û nehîştina hizra tundiyê û em ê rûbirûyê her nerît, bîroke û diyardeyên ku dibin sedema tundiyê, bibin.”
Wezîrê Navxwe dîsa bal kişand ku hişyarbûn ji malbat û dibistanan dest pê dike. Perwerdekirina kes, civak û ciwanan li ser baweriya hevdu qebûlkirinê, bingeha civakek saxlem e. Dema ku em sedem û encamên tundiya li ser jinê fêm bikin, em ê bikarin wan biparêzin û wekhev û aramiyê ava bikin. Mamosteyên olî jî di belavkirina ramana nerm û redkirina hemû tundûtûjiyê de rolek girîng dilîzin, divê em nifşên xwe yên paşerojê perwerde bikin ku rêz li cudahiyan bigirin û bi wekhevî û dadperweriyê bawer bikin.
Rêber Ehmed rola medya civakî ya li ser hişmendiya civakî girîng nirxand û got: “Medyaya civakî amûrek bikêr e ku qurbaniyan û dengên bindest han bidin ku xwe li van platforman bibînin û çîrokên xwe bikin ders, da ku kesên din êdî nebin qurbanî.”
Wezîrê Navxweyî Rêber Ehmed da zanîn ku hişyarbûn tenê jî bes nake û dûbare kir ku Hikumeta Herema Kurdistanê, xwedî helwesta ku di her warê civakî û jiyanê de piştgiriya jinan bike û parastina mafên jinan jî wek erkekî dîbîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin