Rêber Ehmed: Metirsî maye, wê 3 rojên cejnê Pêsmerge û asayîs li kolanan bin

21 May 2020 14:37 0 dîtin
Rêber Ehmed: Metirsî maye, wê 3 rojên cejnê Pêsmerge û asayîs li kolanan bin

PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û Wezîrê Tenduristiyê Dr. Saman Berzincî li ser rêkarên dawî yên rûbirûbûna vîrusa koronayê civîneke rojnamevanî li dar xistin.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê ragihand, di rojên Cejna Remezanê de hêzên asayiş û Pêşmerge ji bo cîbicîkirin û kontrolkirina qedexeya çûnûhatinê û derve vedigerin ser rê û kolanan.

Rêber Ehmed di civînê de got, piştî ku çend berkeftiyên nû li bajarên Hewlêr û Silêmaniyê hatin tomarkirin, hat dîtin ku hêj metirsiya koronayê li ser Kurdistanê maye û diyar kir, helbet hikûmet û xelkê Kurdistanê di rûbirûbûna Koronayê de serkeftî bûn lê bo ku em bi temamî li hember vê vîrusê bi ser kevin, divê welatî zêdetir hevkariya me bikin.

Wezîrê Navxwe da zanîn, ji ber hebûna metirsiya koronayê hikûmet neçar ma rojên cejna Remezanê qedexeya derketina derve û hatinçûna navbera bajaran ragihîne û got, divê tevahiya welatiyan vê biryarê bicih bînin û ti kes ji mal dernekeve, yên derkevin jî wê bên sizadan.

Wezîrê navxwe anî ziman ku eger pêwîst bike dê qedexeya derketina derve dirêj bikin û got, piştî xilasbûna wan sê rojan emê dîsa rewşê binirxînin û biryarên nû bidin.

Dr. Saman Berzincî jî ragihand, rêxistina CIZ a Almanî sponseriya bernemayeke, lêgerîn, dîtina  haletên koronayê û çareserkirina wan dike. 210 karmendên wan li Herêma Kurdistanê kar ji bo rêgirtina belavbûna nexweşiya koronayê dikin. Ew proje piştî cejnê dest pê dike.

Piştî ku demeke dirêj haletên nû yên koronayê li Herêma Kurdistanê derneketibûn, doh li Hewlêrê pêketina 15 kesan û li Silêmaniyê jî pêketina 3 kesan hatibû tomarkirin.