Rêber Ehmed: Metirsiya koronayê hê jî heye, qedexe di cejnê de berdewam dike
PeyamaKurd - Wezareta Nawxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 14ê Gulanê bi daxuyaniyekê ragihand ku metirsiya nexweşiya vîrusa koronayê hîn jî li ser Herêma Kurdistanê berdewam dike.
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro li Hewlêrê ji rojnamevanan re got, metirsiya vîrusa koronayê hîn jî li Herêma Kurdistanê berdewam e û diyar kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi alîkariyan kariye xelkê ji nexweşiya Covid-19 biparêze.
Rêber Ehmed got, ji ber ku metirsiya belavbûna vîrusa koronayê hîn jî li ser xelê berdewam dike û divê tedbîr berdewam bikin.
Rêber Ehmed ragihand ku di rojên cejnê de wê qedexeya hatinûçûnê berdewam bike.
Ehmed destnîşan kir ku nexweşiya koronayê li herêma Kurdistanê û derdora wê weke hev e, lê belê li herêma Kurdistanê zû dest bi rêkaran hatiye kirin ku herî zêde barê wê yê aborî hikumetê girtiye ser xwe û jê zerarmend bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin