Hevpeymaniyê nekarî HSD û Tirkiyê li hev bîne: Li ser Kobanî metirsiya êrîsê heye

16 December 2024 18:03 0 dîtin
Hevpeymaniyê nekarî HSD û Tirkiyê li hev bîne: Li ser Kobanî metirsiya êrîsê heye

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hewldanên agirbestê û navbeynkariyê yên Hevpeymaniya Navdewletî di navbera HSDê û Tirkiyê de bi ser neketin. Çavkaniyên herêmê jî radigihînin ku komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve amadekariya êrîşa ser bajarê Kobaniyê dikin.

Li gorî nûçeya Kanal 8ê, Berdevka Ragihandina YPJê Rûken Cemal gotiye, Tirkiye û komên çekdar ên girêdayî wê daxwaza kîlometreyek ji axa Kobaniyê kirine û ev jî bûye sedema serneketina navbeynkariya Hevpeymaniya Navdewletî ya di navbera Tirkiye û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de.

Rûken Cemal gotiye, komên çekdar û Tirkiyê daxwaza kîlometreyek ji axa Firatê dikirin da ku baregeh û çekên xwe yên giran lê bi cih bikin û diyar kiriye, bi girtina kîlometreyek ji navçeya Qereqozak û Tişrînê, Tirkiye dixwaze bajarê Kobaniyê dorpêç bike.

Berdevka YPJê daye zanîn, ew hê jî amade ne gora Sultan Silêman radestî wan koman bikin, lê li gorî lihevkirina ku di serdema Beis’ê de çêbûye.

Cemal daye xuyakirin, “Tirkiye û komên girêdayî wê, gora Sultan Silêman dikin hincet da ku êrîşî Kobaniyê bikin û bi bîr xist, metirsiyek zêde heye dîsa êrîşên giran li ser pira Qereqozakê, bendava Tişrînê û bajarê Kobaniyê bikin.

Herwiha çavkaniyên herêmê jî didin xuyakirin ku hêj ti tevgerên nenormal ên komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê û Artêşa Tirkiyê li Kobanî û Eys Îsayê çênebûne.