Kerkûk | Hêzên Iraqê 5 malbatên Ereb li gundê Kurdan bicih kirin
PeyamaKurd - Li gundê Pelkane yê bajarokê Sergeran a Kerkûkê, ligel biryara dadgehê 5 malbatên Kurd ji malên wan hatin derxistin û li şûna wan ji aliyê hêzên Iraqê ve malbatên erebên hawirde hatin bicihkirin.
Li Kerkûkê ji dema xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an ve, Erebên hawirde ango erebên ji derve hatine anîn, di çarçoveya polîtîkaya “Erebkirinê” de li gundên ku tapoyên wan li ser navê Kurdan e, tên bicihkirin.
Li parêzgeha Kerkûkê roja Çarşemê 17ê Mijdarê, yekîneyên artêşa Iraqê bi ser 4 gundên bajarokê Sergeranê de girtin.
Hat zanîn ku leşkerên Iraqê bi 15 wesayîtên zirxî yên Hummer ketine gundan, ji bo bicihanîna 5 şertên ku parêzgarê Kerkûkê yê bi wekalet Rakan Cibûrî danîne û 24 saet dem dane welatiyan ku xaniyên vala bikin û terka gund bidin.
Hat ragihandin ku li gundê Pelkane bi fermana Rakan Cibûrî, malbatên Ereb ên hawirdekirî di malên 5 malbatên Kurd ên ji malên xwe hatibûn derxistin de hatin bicihkirin.
Welatiyê gundê Pelkanê yê bi navê Ferhad Îsmaîl ku ji aliyê leşkeran ve ji mala xwe hat derxistin gotiye, li ber çavên wî Ereb li mala wî hatine bicihkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin