Artêsa Iraqê hêzên xwe yên li Kerkûkê bihêztir dikin!

27 January 2023 13:21 0 dîtin
Artêsa Iraqê hêzên xwe yên li Kerkûkê bihêztir dikin!

PeyamaKurd – Piştî êrîşên rêxistina terorîst a DAIŞê li Kerkûkê ku yek ji navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Kurdistanê ye zêde bûne, artêşa Iraqê biryar daye hêzên xwe yên li wê derê bihêztir bikin.

Fermandehiya Operasyonên Kerkûkê ku di derbarê hêzên bejahî yên li herêmê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, Fermandarê Hêza Bejahî ya Iraqê Qasim El Mihemedî bi rayedarên ewlehiyê yên bajêr re hevdîtin kiriye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, artêşa Iraqê ji bo pêşîgirtina li êrişên terorîstî yên li ser Kerkûkê, biryar daye ku navçeyên gundewarî bihêz bikin.

Herwiha Fermandeyê Operasyonên Kerkûkê ragehand, tu zanyariyek derbarê hejmara wan hêzan nehatiye dayîn û hatiye gotin ku ji bo rêgirtin li zêdebûna bûyerên terorîstî yên li Kerkûkê dê tedbîrên pêwîst bên standin.