Lîsteyên Erebên Kerkûkê li dijî Kurdan bûne yek

31 December 2023 10:20 0 dîtin
Lîsteyên Erebên Kerkûkê li dijî Kurdan bûne yek

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku lîste û hevpeymanên Ereb ên Kerkûkê ku beşdarî hilbijartinên Civata Encûmena Kerkûkê bûbûn, yekîtiya xwe ragihandin.

Di lihevkirina bo hilbijartina parêzgehê nû yê Kerkûkê de, sê lîsteyên ereb cî digirin û koma xwe ya bo encûmena Kerkûkê ragihandin.

Her sê lîsteyan di hilbijartina Kerkûkê de bi tevahî ji 15 kursiyên Kerkûkê 6 kursî bi dest xistibûn ku ji bo bikarin parêzgar hilbijêrin pêwîstî bi 8 kursiyan heye.

Herwiha lîsteyên Kurd ên Kerkûkê jî 7 kursî bi dest xistibûn ku 5 YNK û 2 jî PDK ne.

Lîsteya ereb piştevaniya parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cîburî dike ku ew jî di nav de cî digire.