Li Kerkûkê li dijî kurdan biryareke nû hat dayîn

31 August 2021 18:41 0 dîtin
Li Kerkûkê li dijî kurdan biryareke nû hat dayîn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku biryara hilweşandina peymana karmendên Kurd ên tenduristiyê ku li Kerkûkê kar dikin hat dayîn.

Hejmarek berçav ji karmendên tenduristiyê yên ser bi hikûmeta herêma Kurdistanê ku xelkê Kerkûkê ne, bi awayê peymaneke demkî li Kerkûkê li ser kar in, lê fermangeha tenduristiya Kerkûkê biryara hilweşandina peymana wan karmendan a demkî da.

Li gor nivîseke fermî ya tenduristiya Kerkûkê ku îmzaya rêveberê giştî yê fermangeha tenduristiya Kerkûkê Dr. Nebîl Ehmed li ser e, karkirina wan hemû fermanberan hatiye rawestandin û ew peyman hatiye hilweşandin, ku ew 3 sal zêdetir e li parêzgeha Kerkûkê kar dikin.

Berdevkê fermangeha tenduristiya Kerkûkê Saman Yabe îro 31ê Tebaxê ji BasNewsê re diyar kiriye, “Diyare hejmarek berçav ji karmendên tenduristiyê yên cihekî din bi awayê peymana demkî li Kerkûkê kar dikin. Lê zanyariyên wisa li gel min tine, ku ew peymana li gel wan karmendan hatiye hilweşandin.”

Saman Yabe gotiye: “Tenê ew heye ku daxwaz hatiye kirin ku ew fermanberên bi peymana demkî kar dikin ew Peyman bê hilweşandin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, li Kerkûkê piştî xiyaneta 16ê Cotmeha 2017ê her roj bi bahaneyekê biryar li dijî kurdan têne derxistin û biryara herî dawî jî hilweşandina peymana karmendên tenduristiya Kerkûkê yên demkî ku bi ser wezareta hikûmeta herêma Kurdistanê ne ye.