Dadgeha Federal a Iraqê li dijî Kurdan biryareke din derxist
PeyamaKurd - Dadgeha Bilind a Federal ya Iraqê, îro 1ê Adara 2022yan biryareke din li dijî kurdan derxist û deriyê dubare namzedbûna serokomariyê girt.
Dadgeha Bilind a Federal di biryara xwe de ragihand: “Ti madeyeke destûrî û yasayî nîne ku desthilatê bide serokê encûmena nûneran ku dubare deriyê namzedbûna serokomariyê veke.”
Di biryarê de hatiye gotin, dibe ku deriyê xwe namzed nîşandana serokomar bê vekirin, lê bi biryara encûmena nûneran ve, ne wekî ku ji aliyê serokatiya encûmena nûneran ew biryar bê dayîn.
Dadgeha Federalî ya Iraqê beriya niha namzedbûna Hoşyar Zêbarî jî bi awayekî neyasayî betal kiribû û herwiha yasaya petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê jî wekî nedestûrî pênase kiribû ku serokatiyên Herêma Kurdistanê ew biryar red kiribûn û wekî pêngavên xeter nîşan dabûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin