PDK: Em ê hewl bidin ku heta dawiya salê hilbijartina parlamentoyê bê kirin
PeyamaKurd – Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Serbest Lezgîn got ku ew wekî PDK hemû hewlên xwe didin ji bo ku hilbijartinên parlamentoyê di dawiya 2023yan de bên kirin.
Endamê Polîtburoya PDK Serbest Lezgîn ji K24ê re daye xuyakirin: “PDK bi hemû hêza xwe dê di dawiya vê salê de hilbijartinên parlamentoyê bên kirin. Em ê bi hemû aliyan re bi taybet bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re kar bikin ji bo ku şert û mercên vê yekê amade bikin.”
Lezgîn da zanîn, li ser guhertinên di nava hikûmetê de ku YNK û PDKê daxwaza wê kirine, parlamentoya Kurdistanê di demeke nêzîk de dicive û wan guhertinan gotûbêj dike.
Herwiha Serbest Lezgîn ragihand ku wê PDK û YNK di demeke nêzîk de bicivin.
Hêjayî gotinê ye, piştî kongreya 14emîn a PDKê Komîteya Navendî ya PDKê biryar dabû ku li şûna endamên Polîtburoyê yên postên bilind ên hikûmet û parlementoyê, kesên nû werin erkdarkirin ku di wê çarçoveyê de; Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî Piştîwan Sadiq, Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî, Cîgirê Wezîrê Pêşmerge Serbest Lezgîn û Cîgirê Wezîrê Plandanînê Zagros Fetah Kemal dest ji kar berdabûn.
Li aliyê din YNKê jî li şûna Şoreş Îsmaîl, Rêbaz Bîrkotî dike Wezîrê Pêşmerge û Ehmed Eskerî jî li şûna Xalid Şiwanî dike Wezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo danûstandinên ligel Hikûmeta Federalî ya Bexdayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin