Besîr Hedad û Qûbad Talabanî bi Berhem Salih re civiyan

17 December 2020 21:35 0 dîtin
Besîr Hedad û Qûbad Talabanî bi Berhem Salih re civiyan

PeyamaKurd – Serokê şanda danûstandinkar a Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî digel Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê û Serokê Fraksiyonên Kurdî Beşîr Hedad bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih civiyan û danûstandinên navbera şanda Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê gotûbêj kirin.

Ofîsa ragihandinê ya Serokomarê Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand, di hevdîtinê de bi girîngî tekezî li ser gihîştina çareseriyeke guncaw û bingehîn ji bo bidawîanîna kêşeyên navbera her du Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê li ser bingeha destûr û yasa û parastina debara jiyana mûçexur û welatiyên Herêma Kurdistanê weke hemû welatiyên din ên Iraqê bêyî ciyawazî.

Herwiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku di beşeke din a hevdîtinê de Berhem Salih tekezî li girîngiya dîtina çareseriya bingehîn û giştgîr kiriye ji bo kêşeyên xelkê û bi dawîanîna qeyrana mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê û dabînkirina heqên darayî li gor destûrê ji bo hemû pêkhate û deveran dûrî milmilaniya siyasî û kêşmekêşî.