Talabanî: Namzedê me ji bo Serokkomariya Iraqê dîsa Berhem Salih e

11 October 2021 10:36 0 dîtin
Talabanî: Namzedê me ji bo Serokkomariya Iraqê dîsa Berhem Salih e

PeyamaKurd – Yekîtiya Niştiman a Kurdistanê (YNK) diyar kir, namzetê wan ê ji bo Serokkomariya Iraqê, carek din Serokkomarê niha Berhem Salih e.

Hevserokê Giştî yê YNKê Bafil Talabanî, piştî dengdana ji bo hilbijartinên giştî yên Iraqê daxuyanî da çapemeniyê û eşkere kir, ew ê YNKê veguherînin YNKa Mam Celal û wiha got: "Em ê Kurdistanê bikin Kurdistana Mam Celal, bi taybetî jî Kerkûkê." Talabanî, ji bo pirsa li ser namzetê YNKê yê Serokkomariya Iraqê jî da zanîn, namzetê wan Berhem Salih e.

Li Iraqê Serokomar ji bo 4 salan bi dengên mebûsan tê hilbijartin. Kesê/a bibe namzed, divê ji sisêyan du dengan bi dest bixe. Kesê/a bê hilbijartin, dikare du caran vê peywirê bidomîne. Serokomarê Iraqê Berhem Salih di sala 2018an de li ser navê YNKê bû namzed û hat hilbijartin.