Namzedê PDKê yê serokkomariya Iraqê xwe da naskirin
PeyamaKurd - Namzedê PDKê yê ji bo serokomariya Iraqê Fûad Huseyn got, ku eger ew were hilbijartin dê pêngava yekemîn de serkirdetiya welat bikeve ser raya xwe ya rast.
Fûad Huseyn li Bexdayê di civîneke çapemeniyê de xwe da nasandin û ragihand, ku di sala 1949ê de jidayik bûye, ew xelkê bajarê Xaneqînê ye, ku xaneqîn cihê pêkve jiyana pêkhateyên cuda bûye.
Huseyn da zanîn, piştî xwendina zanîngehê li Bexdayê careke din vegeriyaye Xaneqînê û got: “Di salên şoreşê de dirûşma PDKê ji bo Iraqê demokrasî û ji bo Kurdistanê jî otonomî bû. Em di wê baweriyê de bûn, ku heta li Iraqê demokrasî cîbicî nebe Kurd jî nikarin mafên xwe yên neteweyî bistînin.”
Namzedê PDKê yê serokomariyê da xuyakirin, ku di dema şoreşa Kurd de wî li gel pêkhateyên din ên siyasî, mezhebî û neteweyî kar kiriye û diyar kir: “Armanca pêkhateyan tev de yek bû. Dema mafxwarî û tepisandin dest pê dike, di nav civakê de dibe sedema serhildanê.”
Fûad Huseyn anî ziman ku di salên şoreşê de ew çûye derveyî welat û yek ji damezrênerê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê bûye.
Derbarê gotegotên derbarê xwe de Fûad Huseyn destnîşan kir, ku ew pêwîst dibîne bersivê bide angaştên derbarê xwe de û got: “Di hinek ragihandinan de hatiye îdîakirin, ku qaşo havjîna min Cihû ye. Ola Îslamê û Qur’ana pîroz jî dixwaze em rêzê ji olên esmanî re bigrin. Lê hinek dixwazin vê yekê ji bo meramên siyasî bikar bînin. Ez lewra neçar im bersivê bidim van derewan. Kesek ji malbata Talebanî ev îdîa kiriye, ku di demekê de rêzê ji vê malbatê re digrim û Celal Talebanî dost û hevrêyê min bû. Vê nûçeyê wisa belav dikin ku qaşo nûçeyek an jî zanyariyek li dijî min peyda kiriye.”
Huseyn da zanîn, ku hevjîna wî ji malbata Montosori ye, ku malbateke navdar ê Xiristiyan e û kesên ku dixwazin nas bikin dikarin li ser înternetê jî lêkolînê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin