Qûbad Talabanî: Divê nûnertiyeke bihêz a Kurdan li Bexdayê hebe
PeyamaKurd - Serokê Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê ya ji YNK û Tevgera Goran pêk tê Qubad Talebanî piştî ku dengê xwe da ragihand, “Beşeke girîng a pirsgirêkên gelê Kurd li Bexdayê ne. Lewra pêwîst e nûneratiyeke bihêz a Kurdan li Bexdayê hebe.”
Serokê Lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê Qubad Talabanî piştî ku li navendeke dengdanê li Silêmaniyê dengê xwe da got: “Piştî hilbijartinê hinek babetên têkildarî Herêma Kurdistanê hene ku divê alî li ser wan hevgirtî bin, ku pêwîstiya wan bi yekhelwestî û hevdengiyê heye.”
Qubad Talabanî li ser posta serokomariyê jî diyar kir ku YNK hewla bidestxistina posta serokomariya Iraqê dide û li ser hevgirtina aliyên Kurdî piştî hilbijartinê wiha axivî: “Her nêrîneke ku têkildarî aramiyê be, em amade ne gotûbêj bikin û gengeşeyê li ser bikin.”
Talabanî daxwaz ji xelkê navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê jî kir ku biçin deng bidin û Kurdistanîbûna wan deveran bi dengê xwe piştrast bikin.
Qûbad Talabanî got: “Beşeke girîng a pirsgirêkên gelê Kurd li Bexdayê ne. Lewra pêwîst e nûneratiyeke bihêz a Kurdan li Bexdayê hebe. Ez bi giştî bi proseyê dilxweş bûm, lê nikarim pêşbîniya encaman bikim.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin