Umêd Sebah: Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê nûnertiyeke me ya bihêz li Parlamentoya Iraqê hebe

15 September 2021 16:23 0 dîtin
Umêd Sebah: Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê nûnertiyeke me ya bihêz li Parlamentoya Iraqê hebe

PeyamaKurd - Serokê Dîwana Serokatiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Umêd Sebah da xuyakirin ku ji bo yekalîkirina pirsgirêkên bi Bexdayê re, di xula bê ya Parlamentoya Iraqê de pêwîst e nûneratiyeke me ya bi hêz hebe, ji bo berevaniyê li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bikin.

Serokê Dîwana Serokatiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Umêd Sebah di hevpeyvîneke digel Fermangeha Medya û Zanyariyan de ragihand, “Hemû welatiyên Herêma Kurdistanê di çarçoveya Iraqê de xwedî maf in, ew dikarin vî mafî bi riya nûnerên xwe bi dest bînin, ji ber wê daxwazê ji welatiyên Kurdistanê dikim biçin ser sindoqên dengdanê û nûnerên xwe bişînin Parlamentoya Iraqê, ji bo bi riya derkirina yasayan û çavdêriya baş, mafên gelê Kurdistanê yên desteserkirî vegerînin.”

Umêd Sebah got: “Divê di xula bê de, nûnertiya me ya bi bandor li Parlamentoya Iraqê hebe, ji ber ku hemû pirsgirêk li wir yekalî dibin. Em wek Kurd, heta em yekdeng bin, em ê bihêztir bin û bikarin mafên xwe bi dest bixin. Bi hebûna nûnertiyeke bihêz a Kurd li Parlamentoya Iraqê, em dikarin nasnameya navçeyên Kurdistanî biparêzin û rê li ber her yasayekê bigirin eger ji Parlamentoya Iraqê li dijî wan navçeyan derveke, ji ber wê vê carê gelekî girîng e mijara xakê jî bi Hikûmeta Federalî re yekalî bikin.”