Umêd Sebah: Me bi Komisyona Hilbijartinan re tekez kir ku hilbijartin di wexta xwe de bên kirin
PeyamaKurd - Îro Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Komisyona Hilbijartinan a Îraqê li Bexdayê li ser hilbijartinên bên ên Parlamena Kurdistanê civiyan. Serokê Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand ku tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku hilbijartinên Parlamena Kurdistanê di dema xwe ya diyarkirî de bên kirin.
Serokê Dîwana Civata Wezîran ê Herêma Kurdistanê Umêd Sebah di konfiranseke rojnamevanî de got: Me ji Komisyona Hilbijartinan a Îraqê re gotiye ku peyama Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew e hilbijartinên Parrlemana Kurdistanê di dema xwe de bên kirin û ew jî li ser wê daxwazê razî bûn.
Umêd amaje da wê yekê jî ku her îro dê civîneke din jî bi Rêveberiya Komisyona Hilbijartinan re dê bikin.
Herwesa got ku wan bawerî bi rêkarên Komisyona Hilbijartinan a Îraqê heye, ji bo ku hilbijartin bi rengekî pakij û bêgirê di dema xwe de bên kirin.
Umêd Sabah da zanîn ku tenê maye Wezareta Darayî ya Îraqê pereyê pêdivî ji bo hilbijartinan dabîn bike.
hêjayî gotinêye ku di roja 3ê Tebaxa 2023an de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 25ê Şibata 2024ê wekî roja hilbijartinên Parlamena Kurdistanê diyar kiribû û ji tevahiya aliyan re ji bo bicihanîna rêkarên pêdivî hatibû raspartin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin