Umêd Sebah: Hikûmetê ti cudahî di navbera bajarên Kurdistanê de nekiriye
PeyamaKurd - Serokê Dîwana Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê Umêd Sebah ragihand, hefteya pêş dibe ku serdana Bexdayê bikin ku serdana berî niha jî encamên wê gelek baş bûn.
Serokê Dîwana Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê Umêd Sebah, îro 16ê Çile da xuyakirin: “Ti cudayiyek di navbera bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê de nehatiye kirin. Fermangeha Medya û Zanyarî hemû amar ragihandin û em ê berdewam bin ji bo xizmetkirina xelkê Herêma Kurdistanê.”
Umêd Sebah derbarê bandorên pirsgirêkan li ser mûçeyên fermanberan û mûçexwarên Herêma Kurdistanê de jî diyar kir: “Pirsgirêkên ku hene ti bandorê li ser proseya mûçeyên fermanberan nake.”
Sebah diyar kir: “Serdana me ya ji bo Bexdayê gelek destkeftên wê hebûn. Me li ser 3 – 4 mijaran gotûbêj kir. Mijara yekem yasaya budceyê bû, li ser xetên giştî yasaya budceyê em rêkeftin. Li ser yasaya neft û gazê me danûstan kir û mekanîzmayek hat danîn bo ku yasaya neft û gazê bê pejirandin. Herwaha axaftin li ser wê yekê jî hate kirin ku heta derketina wan herdu yasayan pêwendiyên Herêma Kurdistan û Bexdayê dê bi çi mekanîzmayekî bê rêxistin kirin. Hefteya pêş dibe ku serdana Bexdayê bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin