Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê: PDKê 2 kursiyên din zêde kir
PeyamaKurd – Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê, derengê şeva borî encamên hejmartina destî ya hejmarek navendên dengdanên belav kir û da zanîn, PDKê 2 kursiyên din zêde kir.
Li gor encaman, kandîda PDKê, li Silêmaniyê Şino Nûrî bi ser ket. Herwiha li Duhokê jî kandîdekî PDKê bi ser ket û hejmara kursiyên PDKê li seranserî Iraqê bû 34 kursî.
Herwiha li gor encaman jî, kursiyeke Tevgera Hîkme, 3 kursiyên Lîsteya Tişrîn, 4 kursiyên Hevpeymaniya Fefih û 5 kursiyên Dewleta Yasa zêde bûn.
Li hember jî, 3 kursiyên Tevgera Sedirê kêm bûn û ji 73 kursiyan, bi xwediya 70 kursiyan.
Serokê Desteya Komîsyaran a Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Iraqê Xelîl Ednan Xelef ragihandibû, ewên encama hejmartina destan a 8547 navendên dengdanê yên li 5 parêzgehan eşkere bikin, ku bi tîrûpişk hatine destnîşankirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin